Fuad Husên: Barzanî Gefe bo Ser Dîktatoran Nek bo Ser Asayişa Iraqê

Serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê di bersiva bêjedaneka rawêjkarê serok wezîrê Iraqê de dibêje, ku Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê gefe bo ser dîktatoran.
Fuad Husên serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê di bêjedanekê de li gel ajansa PNA ragihnad, ku ew rêkevtina di biwarê petrolê de di navbera Hewlêr û Bexdadê de hatiye îmzakirin, beşek ji ewê rêkevtinê hatiye cîbicîkirin, beşeke rêkevtinê jî peywendî hebû bi hinardina petrolê ji Kurdistanê ve bo derve û ew jî destpêkir. Fuad Husên herwsia da xuyakirin, ku beşek ji xercîyên kompanyayên petrolê jî hatiye dayîn.
Husên basa ewê çendê jî kir, ku guftûgoyên alîyên siyasî di parlemana Iraqê de di bareya qanûna petrol û gazê de destpêdike.
Di bareya bêjedanên Yasîn Mecîd rawêjkarê Malikî jî de ku pêştir di bêjedanekê de ragihandibû ku serokê herêma Kuridstanê wek gef bo ser asayişa neteweyî û aborîya Iraqê ye, serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê ragihand, ku ´´Barzanî gefe li ser dîktatoran, Barzanî gefe li ser ewên ku dixwazin rewşa evî welat (Iraqê) têk bidin, Barzanî gef nîne bo ser Iraqê ku Iraqê têk bide,Barzanî gefe li dijî ewên ku dixwazin Iraqê têk bidin




