Îro hevgirtina wezareta Darayî û Aborî tê ragihandin
Bêjedarê wezareta darayî û aborîya hukûmeta herêma kurdistanê "Dilêr Tariq" ragihand, ku hemû karûbarên pêwendîdar bi hevgirtina wezareta darayî û aborîya hukûmeta herêma kurdistanê bi dawî hatîye, belê tenê ew kara maye ku di demeka lihevhatî de em rabigihênin."
Herweha Tariq got, îro pêncşemê bi fermana encumena wezîran rêkefta hevgirtina wezreta darayî û aborîya tê xuyakirin.
Wek tê xuyakirin ku, di kombûna yekem ya kabîna heftem a hukûmeta herêma Kurdistanê de birîyar hat dan ku wezareta navxwe û wezareta darayî û aborîya hevbigirin.




