26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmûd Osman: Aliyên siyasî lihev nekin, bila milet referandûmê biryarê bide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman dibêje, aliyên siyasî bi her awayekî be dikarin lihev bikin, lê jibilî tifaqê ti sûdekî din une ye û dê encamên xerab jî li xwe bigire, eger ew alî lihev nekin bila bi rêya referandûmê mile bi xwe biryarê bide.

Mehmûd Osman ji malpera KDP.info re ragihand: “Aliyên siyasî li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê her çawa be dikarin lihev bikin û jibilî tifaqê ti sûdekî din tune ye û dê encamên xerab jî li xwe bigire, eger ew alî lihev nekin bila bi rêya referandûmê mile bi xwe biryarê bide. Ti alî nikare xwe feriz bike.”

Wî siyasetmedarî wiha got: “Divê aliyên siyasî her lihev bikin, eger tifaq nebin dê hemû alî ziyanê bibînin, divê em xelkê xwe nekin 2 beş, ku ev yek dê encamên xerab jê derkevin.”

Dr. Mehmûd Osman wiha domand: “Ez jî hevalê wan pêşmergeyan im ku bi bê cudahî daxwaz ji aliyên siyasî kirin lihev bikin. Dibe ku ew lihev bikin heta Destûra Kurdistanê bê nivîsandin û wê demê destûr çi nivîsand cihbicih bikin. Em li Kurdistanê şerê DAIŞê dikin û hejmarek mezin ji koçberan berê xwe dane Herêam Kurdistanê, herwiha em di nava kirîza aborî de ne, lewma nabe e pirsgirêkeke din ji xwe re derxînin, divê partiyên siyasî lihev bikin û tifaqekê çêbikin.”

Nûçeyên têkildar