Serokatiya Kurdistanê piştgiriya çaksaziyê li Iraqê dike

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê piştgîriya xwe bo pêngavên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo encamdana reforman di dezgehên hikûmetê de ragihand.
Piştî biryarên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên derbarê encamdana hinek reforman di dam û dezgehên Hikûmeta Iraqê de û herwiha pesendkirina wan biryaran ji aliyê Encûmena Wezîran a Iraqê ve, Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de helwesta xwe di vê bareyê de aşkere kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de piştgîriya xwe bo hemû hewlekê bi armanca encamdana reforman û nehîştina kêmasiyan di dam û zdegehên hikûmetê de nîşan da.
Di daxuyaniyê de ku bi nave Peyvdarekê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, hat gotin: "Serokatiya Herêma Kurdistanê bi pêwîst dizane ji bo ku proseya reformê serkevtî be, gerek ew prose maf û beşdariya Herêma Kurdistanê û di hemna demê de jî, nûneratiya pêkhateyên olî û neteweyî yên Iraqê li berçav bigre û bi awayekê be ku bandorê li wan neke."
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: "Pêwîst e ew prose di çarçoveya destûr û pêvajoya îdarî de were encamdan."
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro di daxuyaniyekê de ragihand, Ebadî li gor madeya 78 a Destûra Iraqê, biryar daye hinek reform li dezgehên hikûmetê werin pêkanîn ku diyartirînê wan biryaran, nehîştina kursiyên Alîkarên Serokomar û Serokwezîr in.




