Nêçîrvan Barzanî: Em hemû hewlên xwe bo destpêkirina pêvajoya aştiyê didin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî kir û di wê hevdîtinê de, tekez kir ku ew hemû hewlên xwe bo destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê didin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî kir.
Di civînê de behsa rewşa deverê û Kurdistanê û herwiha pêşhatên leşkerî yên vê dawî yên di navbera artêşa Tirkiye û PKKê de hatin nîqaşkirin û herwiha behsa sedemên rawestandina prosesa aştî û dubare destpê kirina şer kirin.
Her di civînê de Pênciwênî behsa rola Nêçîrvan Barzanî di destpê kirina prosesa aştî de û herwiha hevkarî kirin her du aliyan kir û ev rola han bi roleke girîng wesif kir û herwiha daxwaz kir ku niha jî ew rola han bidome daku her du alî vegerin ser maseya danûstandinan.
Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku bi şer û tundûtîjî ti kêşeyek nayê çareserkirin belku rewşa heyî aloztir dibe û tevahiya aliyan zererê dibînin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha amadebûna xwe bo hevkarî kirina her du aliyan bo dubare destpê kirina diyalog û prosesa aştî diyar kir.




