Barzanî bersiva Pêşmerge da: Ez jî mîna we hizir dikim..Em nahêlin qedera welêt ber bi tariyê ve biçe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştgirî da bangawaziya fermandeyên Pêşmerge ji bo çareserkirina kirîza serokatiyê û wiha got: “Ez mîna pêşmergeyekî we fêm dikin û bi we re hevnêrîn im.”
Komek fermandeyên Pêşmerge roja 6ê vê mehê bang li tevahiya hêz û partiyên siyasî, sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê kiribûn, kirîza serokatiyê çareser bikin û nehêlin Kurdistan ber bi rewşeke aloz û kirîtîk ve biçe.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva wan fermandeyên Pêşmerge da û piştgiriya xwe ji bo wan nîşan da.
Serok Barzanî diyar kir ku ew wek pêşmergeyekî ji pêşmergeyan fêm dike û li ser çareserkirina kirîz û arîşeyan bi wan re hevnêrîn e.
Naveroka daxuyaniya Barzanî wiha ye:
“Hevçeper û birayên min yên hêja, pêşmergeyên qehreman!
Nameya we ya ku li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ji me û gelê Kurdistanê re hatibû şandin, gihîşt destê min. Naveroka bangawaziya me, raya me jî tîne ziman. Ez bi we re hevnêrîn im û piştgiriya daxwaziyên we dikim û dengê xwe dixim kêleka dengê xwe yê qehreman.
Di vê rewşa aloz de divê em bi lihevkirin û jihevfêmkirinê arîşe û kêşeyên xwe çareser bikin. Nabe em bi destê xwe kirîzê çêbikin û bibin çavkaniya tirs û dilgiraniya gel.
Yên ku xwîna şehîdan, canfîdayiya pêşmerge û metirsiyên li ser welêt bibîne ti carî kirîzê çênake. Ez mîna pêşmergeyekî pir baş we fêm dikin û şahidê qehremantî û westandina me di parastina şeref û rûmeta Kurdistanê de me.
Ez êşa dayîka şehîd û azar û nalîna birîndaran fêm dikim û dizanim pêşmergeyên qehreman di çi rewşekê de û bi çi rûhekê di çeperê de li dijî dijminê dirrinde şer dikin.
Hûn sedema serbilinda me û parêzerên Kurdistanê ne. Ez hêvîdar im hûn û gelê Kurdistanê nehêlin qedera welêt ber bi tariyê ve biçe.”




