Bila kurdên rojavayê Kurdistanê guh bidine şîretên serok Barzanî

Li Kazaxistanê kurdan kombûneka berfireh ya cemawerî bo piştevanî kirina rojavayê Kurdistanê sazkirin û pişkdarbûyên kombûnê bi yekdengî daxwaza yekgirtina navimala kurdî kirin û ji hêzên serekî yên rojavayê Kurdistanê xwastin ku di her rewşekî da girêdayê rêkevtina Hewlêrê bimînn.
Serihedê Celalî mamosta li bajêrê alima ata paytextê qazaxistanê li ser tora enterinêtê bo rojnama evro ragehand kurdên ku li welatên asiya naverast dijîn li hemberî hemû rûdan û pêşkevtinên li her çiwar parçeyên Kurdistanê hşiyarin û got: " kombûna me ya evro bo wê yekê bû ku em xelkê xwe di derbarê rewşa rojavayê Kurdistanê da agahdar bikin û dengê xwe ji asiya naverast bi gehînne rojavayê welatî û dest bi komkirina harîkariyê bkeyn".
Celalî herwesa jî diyar kir ku kurdên Kazaxistanê di warê abûrî da di rewşeka giran da jiyan dikin û piraniya wan hejarin û got:" lê demê me behsê rewşa rojavayê Kurdistanê kir û me got niha herêma otonomiyê hatî ye avakirin lê arîşeya peydakirina nan û xorakî heye û hemû kesên ku di kombûnê da berhev bûn bi dilsozî ve xwastin ku nanên xwe li gel kurdên rojavayê Kurdistanê ve parive bikin û di van rojên bihêt da emê b destpêşxeriya saziyên xwe kemipîna komkirina harîkariyê destpê bikin."
Di dûmahiya axavtina xwe da mamostayê kurd ew yek jî aşikira kir ku wî sala 2006 serdana herêma Kurdistanê kirî ye û baweriya wê ya bi Kurdistaneka serbixwe û azad bihêz bûye û got: " ez hêvî dikem ku li rojavayê Kurdistanê jî herêmeka serkevtî wek ya herêma başurê Kurdistanê bihête avakirin û rêkikevtina ku bi serperştiya serokê herêma Kurdistanê hatî ye îmzakirin wek belgeyekî pîroz bi parêzin û daxwaz ji hemû part û aliyên siyasî dikem ku guh bidene şîretên serok Barzanî w yekgirtina xwe bidene pêşiya hemû berjewendiyên partayetî û malbatî w yekirêziya xwe bo avakirina herêmeka serkevtî ya kurdî bi parêzin û xurtir bikin




