26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge bo aliyên siyasî: Zû vegerin diyalogê..Em li hêviya helwesta we ya dilsozane û kurdiniyê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Komek Pêşmerge û fermandeyên Pêşmerge, ji ber kirîza serokatiyê hişyariyê didin hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û bang li wan dikin, dest ji “nakokî û hevrikiyên xelet” berdin û vegerin ser maseya diyalogê.

Ev demek dirêj e partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê mijûlî çareserkirina kirîza heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne ku 20ê vê mehê xilas dibe. Lê li gorî ku rayedarên partiyan dibêjin, rewş her ku diçe aloztir dibe û heta niha tiştek nehatiye kirin.

Ev rewş bûye sedema wê ku hêzên Pêşmerge jî li hember vê yekê nerazîbûnê nîşan bidin, lewma komek Pêşmerge û fermandeyên Pêşmerge yên ku di çeperên şer de li dijî DAIŞê şer dikin, di daxuyaniyeke nivîskî de bang li partî û rayedarên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin, dest ji nakokî û hevrikiyên xelet berdin û vegerin ser maseya diyalogê.

Di daxuyaniyê de hişyarî hatiye dayîn û hatiye gotin ku “hêzên siyasî ji ber hevrikî û nakokiyên xelet, Herêma Kurdistanê ber bi aliyekî tarî ve dibin lewma divê zû vegerin maseya diyalogê…”

Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku heta niha zêdetirî 1200 Pêşmerge di şerê DAIŞê de şehîd bûne û bi hezaran Pêşmerge jî birîndar bûne lewma divê hêzên siyasî hurmeta vê xebata Pêşmerge bigirin û zû xwe bikin yek û dest ji partîtiyê berdin û bi rûheke niştimanî tevbigerin. Di daxuyaniyê de wiha hatiye ziman:

“Her gava ku ji bo çareserkirina arîşeyan were avêtin dê ji aliyê Pêşmerge ve were piştevanîkirin û gelê Kurdistanê jî dê hurmeta wê bigire. Em li hêviya îrade û helwesta we ya dilsozane û kurdiniyê ne.”

Daxuyanî li ser navê pêşmerge û Sekreterê Partiya Soyaslîst a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd
Fermandeyê Pêşmerge Mehmûd Sengawî
Fermandeyê Pêşmerge Şêx Ceifer Şêx Mistefa
Fermandeyê Pêşmerge Qasim Şeşo
Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwerê Hacî Osman
Fermandeyê hêza Zêrevanî ya Pêşmerge Ezîz Weysî
Fermandeyê Pêşmerge Zeim Elî
Fermandeyê Pêşmerge Ferîdûn Ciwanroyî
Fermandeyê Pêşmerge Miftefa Çawreş
Fermandeyê Pêşmerge Hemîd Efendî
Fermandeyê Pêşmerge Cemal Murtke
Cemîl Hewramî
Qadir Qdir
Ednan Hemey Mîne
Mulazim Yûnis
Hamidî Hacî Xalî
Mihemed Mela Elî
Û Mamoste Celal hatiye nivîsandin lê bi dehan Pêşmerge jî ew daxuyanî îmze kirine û piştevaniya xwe nîşan dane.
 

Nûçeyên têkildar