Nêçrvan Barzanî: Bila PKKê xwe ji sivîlan dûr bigirin..Nabe Tirkiye bi hinceta PKKê li sivîlan bide

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke HDPê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku pêwîst e gerîlayên PKKê xwe ji deverên ku xelkên sivîl tê de ne dûr bigirin û nabe Tirkiye jî bi hinceta PKKê xelkên sivîl bombebaran bike.
Îro Pêşncşemê 6-8-2015 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda HDPê bi serokatiya parlamenter Osman Baydemîr kir.
Di hevdîtinê de ku nunerê HDPê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû, heyeta mêwan perse û serxweşiyên xwe jiber şehîd bûna welatiyên medenî di encama bordiman kirina balefirên Tirkiyeyê de pêşkêşî Serokwezîr û gelê Kurd kir û anî ziman ku armanc ji vê serdana han lêkolîn kirin li ser bûyera bordimankirina gundê Zergelêye yaku hefteya derbasbûyî ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve hatibû bordimankirin.
Şanda mêvan herwiha behsa rewşa niha ya gelê Kurd kir û diyar kir ku rewşa gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rewşeke hesase lewre lazime aliyên Kurdî yekgirtî bin û bi yekhelwestî li hember metirsiyên heyî rawestin.
Her di hevdîtinê de pêvajoya aştî li Tirkiyeyê û aloziyên vê dawî yên di navbera PKK û Tirkiyeyê de hatin şîrovekirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku kêşeyên heyî bi şer û rêbazên leşkerî nayên çareserkirin û bi tenê aştî dikare kêşeyên heyî çareser bike.
Di berdewamiya civînê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku weke hertim hikûmeta Kurdistanê amadeye bo dom kirina porsesa aştî rola xwe bilîze û amadeye hevkariya her du aliyan bo dubare destpê kirina diyalogê bike.
Derbarê şehîdbûna hijmareke welatiyên medenî di encama bordimankirina balefirên Tirkiyeyê de jî Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku pêwîst e gerîlayên PKKê xwe ji deverên ku xelkên sivîl tê de ne dûr bigirin û nabe Tirkiye jî bi hinceta PKKê xelkên sivîl bombebaran bike.




