25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK li Kerkûkê: Xelk Artêşa Iraqê li Kerkûkê qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Şaxa 3 ya PDKê li Kerkûkê ragihand ku, Artêşa Iraqê li bajarê Kerkûkê gellek pirsgirêk ji xelkê  re derdixistin û her kesî dît dema DAIŞê êriş kir wan nikarî berevaniyê tenê li xwe jî bikin, lewma niha xelk Artêşa Iraqê li Kerkûkê qebûl nakin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê KDP.info Hikûmeta Iraqê fîrqeya 15 damezrandiye ku ji çekdarên Heşdul Şeibî pêk tê, û dixwaze wê hêzê li navenda Keywan li Kerkûkê bi cih bike.

Derbarê wê mijarê Mihemed Kemal Berpirsê Şaxa 3 ya PDKê li Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Mijara parastina asayişa bajarê Kerkûkê niha di destê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de ye û Pêşmerge ji destpêka şerê DAIŞê de û beriya wê jî berevaniyê di ber Kerkûkê de dikin, lê beriya şer, fîrqeya 12 ya Artêşa Iraqê û Operasyona Dîcle li Kerkûkê bûn, ne tenê nikarîbûn berevaniya Kerkûkê bikin, nikarîbûn xwe biparêzin.”

Mihemed Kemal wiha got: “Eger Hikûmeta Iraqê bi nêta şandina wê hêzê be bo Kerkûkê, xelkê Kerkûkê nerazî ne û wê yekê qebûl nakin, ji ber ku wan hêzan berê jî pirsgirêk ji xelkê re derdixistin. Gule berdidan xelkê. Eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba, niha Kerkûk jî mîna Mûsil û Rumadî di destê DAIŞê de bû.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Bajarê Kerkûkê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve parastî ye û pêwîstî bi wê hêzê tune ye, bila ew hêz biçe Hewîce ji destê DAIŞê derxîne.”
 

Nûçeyên têkildar