26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

HDPê daxwaz ji Serok Barzanî kir ku hewlên xwe bo destpêkirina pêvajoya aştiyê bixe holê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Partiya Demokratîka Gelan (HDP) kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî ragihand ku gelê Kurdistanê bi bêyî daxwaza xwe hatiye dabeşkirin û ji bo parastina nasnameya xwe şer kir û karî nasnameya xwe biparêzê û niha bi navê mîsogerkirina destkeft û berev pêşveçûna doza Kurd pêwîstiya wan bi aştiye heye. Herwiha şanda mêvan ji bilî bilind nirxandina rola Serok Barzanî ji çareserkirina giriftan û pêşvebirina pêvajoya aştiyê daxwaz kirin ku Serok Barzanî hewlên xwe yên ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê bixe holê.

Roja pênçşem 06.08.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Partiya Demokratîka Gelan bi Serokayetiya Osman Baydemîr Parlementerê Tirkiye kir.

Li hevdîtinê de Serokê şanda mîhvan ji bo xemxurî û hewlên ji bo vegerandina termên şehîdên Bakûr ya warê bab û bapîrên wan spasiya Serok Barzanî kirin û her wiha serxweşiyê jî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û kesukarê wan hemwelatiyên şehîdan kir ku li encama bombebarana Zargelî ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatin şehîd kirin.

Her wiha Serokê şandê, Serok Barzanî ji naveroka proseya siyasiya Tirkiye û sedemên helgîrsana şerê di navbera artêşa Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê agahdar kir û nîgeraniya xwe jî ji wê yekê nîşanda ku qeyran kûrtir bibin û derfeta aştiyê ji kîs biçê û eve jî dûpatkir ku bi tu awayekî ne alîgirê şerin û dixwazin proseya aştiyê destpêbike.

Şanda Partiya Demokratîka Gelan ji bilî bilind nirxandina rola Serok Barzanî ji çareserkirina giriftan û pêşvebirina proseya aştiyê daxwaz kirin ku Serok Barzanî hewlên xwe yên ji bo destpêkirina proseya aştiyê bixe holê.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ragihand ku gelê Kurdistanê bi bêyî daxwaza xwe hatiye dabeşkirin û ji bo parastina nasnameya xwe şer kir û karî nasnameya xwe biparêzê û niha bi navê mîsogerkirina destkeft û berev pêşveçûna doza Kurd pêwîstiya me bi aştiye.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de wê yekê behs kir ku encama şer malwêranî û kavilkariye û rojekî zûtir şer bê ragirtin başe û li qazanca hemû aliyeke û ji bo serxistina aştiyê jî pêwîste hemû aliyek palpişt û hevkarê hevdû bîn. Her wiha balkişand li ser wê yekê ji bo proseya aştiyê û nêzîkkirina aliyên Herêma Kurdistanê de hewlên zêde dane û ewê ji dest hatiye kiriye û niha jî amadeye bi navê destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiye yarmetîder bê.

Her li vê hevdîtinê de hereşeya bîra tundrewiyê û terorîstên DAIŞ li ser Kurdistan û navçeyê nirxandin û behsa qehremanî û berxwedana gelê Kurd li beranber dijmin û dagîrkeren kir û tekez jî li bi hêztir kirina birayetî û tebayî û yekrêziya di navbera aliyên siyasiyê Kurdan kirin

Nûçeyên têkildar