PKKê xwe li gundên Başûr xwe vedişêrin lewma Tirkiyê li sivîlan dide

Amêdî-KDP.info- Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayişê di Parlamentoya Kurdistanê de eşkere kir ku PKKê li nêzîkî gundan baregehên xwe ava dike û li nava gundan xwe vedişêrin, lewma Tirkiyeyê gundên Başûr bombebaran dike û xelkê sivîl dikuje û ziyanê digihîne wan.
Nazim Herkî Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayişê di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Komîteyek bo lêkolînê li bombebarana balafirên Tirkiyeyê li ser gundê Başûrê Kurdistanê pêk hatiye, îro endamên wê komîteyê bûn 3 deste, desteyekê serdana Soran û Mêrgesorê kir û me serdana Amîdiyê û Zaxo kir. Biryar e raporek were amadekirin û pêşêşî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê were kirin.”
Herkî wiha got: Em serdana boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê nakin ji ber ji PKKê bi xwe gotiye me teqndiye, helbet emê di raporê de amaje bi wê tawanê bikin.”
Nazim Herkî ragihand: “Nêzîkî 1400 donm erd li devera Amîdiyê hatiye şewitandin û nêzîkî 250 donm rez û baxên xelkê di encama lêdana balafiran de şewitîne, herwiha 50 piroje jî dereng ketine.”
Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayişê di Parlamentoya Kurdistanê de eşkere kir ku PKKê li nêzîkî gundan baregehên xwe ava dike û li nava gundan xwe vedişêrin, lewma Tirkiyeyê gundên Başûr bombebaran dike û xelkê sivîl dikuje û ziyanê digihîne wan.




