26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Parlamentoya Iraqê bo Barzanî: Ti carî helwesta we jibîr nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, Selîm El Cibûrî spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kirin ku wê hejmara zêdeya penaber û lêqewimiyên hemû pêkhatan li Kurdistanê hewandine û ragihandin ku tu demekî vê helwestê jibîr nakin.

Îro çarşem 05.08.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm El Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraqê û rewşa bereyên rûbirûbûna terorîstan xistin ber behs û tekez li ser azadkirina bajarê Musil û navçeyên dinê li bin destê terorîstên DAIŞ kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda li gel carekî din spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kirin ku wê hejmara zêdeya penaber û lêqewimiyên hemû pêkhatan li Kurdistanê hewandine û ragihandin ku tu demekî vê helwestê jibîr nakin.

Li mijareke dinê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û çawayiya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê guftûgo kirin.

Nûçeyên têkildar