26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ligel Serokayetiya ENKSê civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li gel Serokayetiya Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Sûriye civiya û di wê civînê de behsa pêşhatên siyasî û serbaziyên dawî ya li Rojavayê Kurdistanê kirin û rewş û jiyan û debara hemwelatiyan û her wiha tehdit û hereşeyên li ser gelê Kurd yên li paşarojê de hatin nirxandin.

Roja çarşem 05.08.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Serokayetiya Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Sûriye ya bi Serokayetiya Îbrahîm Biro kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan li beranber doza Kurd li Sûriye spasî helwestên netewiyê Serok Barzanî kirin û her wiha pêzanînên xwe ji bo wê girîngîdana Serok Barzanî û li ser pêşxistina doza Kurd û yekxistina gotara Kurd û yarmetîdana Rojava li beranber hereşeya terorîstên DAIŞ hebû.

Li vê kombûnê da behsa pêşhatên siyasî û serbaziyên dawî ya li Rojavayê Kurdistanê kirin û rewş û jiyan û debara hemwelatiyan û her wiha tehdit û hereşeyên li ser gelê Kurd yên li paşarojê de hatin nirxandin.

Li beşekî dinê vê kombûnê de tekez li ser parastina bihayên nîştîmanî û neteweyî û yekrêzî û tebayî ya di navbera aliyên siyasiyê Kurdan kirin.

Nûçeyên têkildar