Baydemîr li ser derbasbûna cenazeyên şehîdên YPGê spasiya Serok Barzanî dike

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr ji ber keda derbaskirina cenazeyên 13 şehîdên YPGê bo Bakurê Kurdistanê, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
Baydemîr ji rojnamevanan re ragihand: “Di dîroka mirovahiyê de çênebûye ku 13 cenaze di bin pileya germê 50 de li ser sînorekî bên sekinandin. Ya herî balkêş ew e ku dema em şehîdên xwe vedşêrin, em kêfxweş dibin. Ev yek xuya dike ku ka em çiqasî zilm û zordariyê dibînin.”
Osman Baydemî wiha domand: “Em sipasiya wan kesan dikin ku hewl û ked kirin da ku ew cenaze derbas bibin, bi taybetî spasiya Serok Barzanî.”
13 şervanên YPGê ku ji Bakurê Kurdistanê bûn, li Rojavayê Kurdistanê şehîd ketibûn û li 27ê Tîrmehê bo Başûrê Kurdistanê hatibûn derbaskirin da ku bi rêya xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, lê ji wê rojê de Hikûmeta Tirkiyê razînedibû ku ew cenaze werin derbaskirin.
3ê Tebaxê Barzan li Dihokê ligel malbatên wan şehîdan civiya û ji wan re got: “Ew şehîdên me ne û li cem me pir ezîz in. Şehîdê hemû maleke Kurdistanê û hemû mirovatî û cîhanê ne.”
Di encama hewl û pêwendiyên mezin ên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hikûmeta Tirkiyeyê şevê din razî bû bo derbasbûna termê 13 şehîdên YPGê bo nav axa Bakurê Kurdistanê, ku li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bibûn.




