DAIŞ 2 rokêtan arasteyî xelkên sivîl dike, jinek şehîd bû û 2 kes birîndarin

KDP.info- Mexmûr- Berpirsê eniya Mexmûrê diyar dike, ji ber li Hêzên Pêşmerge di çend rojên borî de derbeyên dijwar li terorîstên DAIŞê dane, neha terorîstan du Katyoşya avêtine nav xelkên sivîl.
Demjimêr 9:42 xulek ji sibeh îro Çarşemê, terorîstên DAIŞê du Katyoşa arasteyî Mexmûrê kirin û li nav xelkên sivîl ketin.
Berpirsê eniya Mexmûrê, Necat Elî ji KDP.info re ragehand ku, ew rokêt dûravêjin, bêhtir ji 20 kîlometran diçin, DAIŞê ev roket li ser otombîlên sivîlan asê kirine, da ku nekevina ber êrîşên firokeyan.
Elî eşkere kir ku, ji encama wan du rokêtan jinek şehîd bû û du kesên din jî birîndarin, ku tevaya wan xelkên sivîlin.
Navborî tekez kir ku, avêtina wan rokêtan nîşaneya şikestin terorîstan e, ji ber ku ev du rojin ku Pêşmergeyên Kurdistanê derbeyên dijwar li terorîstan didin.




