“Odeya operasyonan” civîna xwe ya dawî lidardixe

KDP.info- Hewlêr- Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê dibêje, odeya operasyonan civîna xwe ya dawî derbarê prsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de lidardixe, piştî civînê jî dê helwesta xwe ragehînin.
Mihemed Ehmed di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ji neha de peywendiyên wan ligel aliyê siyasî berdewamin, ji bo diyarkirina dema civîna odeya operasyonan, dem alî rêbikevin, dê civîna dawî ya odeyê birêve biçe.
Ehmed da zanîn ku, heta neha dema encamdana civînê ne diyare, lê wê aliyên siyasî helwetsa xwe derbarê prsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de bînin ziman.
Ji aliyek din ve jî, birayr e heta du rojên din komîte yasayî ya Parlementoya Kurdistanê civînê xwe li dar nexe, heta ku aliyên siyasî bigehine rêkeftinekê derbarê prsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de.




