26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komîteya parlementoyê serdana gundên bombebaran kirî dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Hewlêr- Îro komîteya asayiş û navxwe ya Parlementoya Kurdistanê serdana navçeyên bombebaran kirî dike, lêkolînê li ser rewşa gund û deveran dike, ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine bombebaran kirin.

Cîgirê serokê komîtey asayiş û navxwe Nazim Herkî ji KDP.info re ragehand ku, 33 parlementeran yadaştek pêşkeşî Serokatiya Parlementoya Kurdistanê kirine, da ku civîneke neasayî li ser rewşa PKK û bombebaran navçeyên sînorê yên Herêma Kurdistanê, li darbixe.

Nazim Herkî da zanîn ku, serokatiya parlemntoyê biryar daye ku komîtyekê pêk bîne, di nav de jî wê komîtye asayişê hebe, dê serdana wan cihên ku hatine bombebaran kirin bike û raporekê amade bike.

Navborî da zanîn ku, wan komîtek pêkanîn ku dê bi du tîman karên xwe bikin, dê li navçeyên Zaxo, Soran û Ruwandizê likolînan bikin.

Nûçeyên têkildar