Bi hewlên Serok Barzanî cenazeyên şehîdên YPGê derbasî Bakur bûn

Hewlêr-KDP.info- Di encama hewl û pêwendiyên mezin ên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hikûmeta Tirkiyeyê razî bû bo derbasbûna termê 13 şehîdên YPGê bo nav axa Bakurê Kurdistanê, ku li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bibûn.
Piştî ku duhî li bajarê Dihokê malbatên her 13 şehîdên Bakurê Kurdistanê serdana Serokê Herêma Kurdistanê kirin û daxwaz jê kirin ku hewlên xwe zêdetir bike bo derbasbûna wan cenazeyan, Serok Barzanî soz da wan malbatan ku hemû hewlên xwe bo derbasbûna wan bide û aliyê Tirkiyeyê razî bike bow ê yekê, îro danê êvarî Hikûmeta Tirkiyeyê mohleta derbasbûna cenazeyên wan şehîdan dan malbatên wan û derbas bûn.




