Li Silêmanî û Helebceyê nerazîbûnên cemawerî zêde dibin

Silêmanî-KDP.info- Parêzgeha Silêmanî û Helebce nêzîkî wê yekê dibe ku hemû aliyên îdarî dikevin bin pirseke şeriî ji aliyê xelkê ve ku jima nikarîne xizmetên destpêkê yên xelkê bi başî bi cih bigihînin.
Di vê barê de parêzgarê Helebce û endamekî Encumena parêzgeha Silêmaniyê di lîsteya PDKê û berdevkê serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê div ê raporê de axivî.
Di çend rojên borî de ji ber kêmiya xizmetan li sînorê bajarê Silêmaniyê û Helebce xwepêşandan birêve diçin û destpêkê li bajarê Silêmaniyê birêve çûn û hêzên asayişê çend xwepêşander girtin, herwiha ev 2 roj in jî ku Xormal û Seyid Sadiq û çend navçeyên din xwepêşandan tên kirin û çend daxwazên wan hene ji wan peydakirina av û karebayê û destjikarberdana her yek ji berpirsê nahiye û rêveberiya Fermangeha av û serokê bajêrvaniyê.
Her îro li sînorê qeza Şarezûr û Helebceya Nû jî xwepêşandan bo heman mebestê hatin sazkirin û tê de daxwaz kirin ku qayimqam dest ji kar berde û pevçûn li wir derket û 7 polîs û 5 welatî birîndar bûn. Li gorî wan xwepêşandanan her ku diçe bazneya wan nerazîbûna berfirehtir dibe.
Parêzgarê Helebce Ebdulah Newrolî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro me serdana nahiyeya Xormal kir û çend daxwazên wan hebûn û dan destê me ji wan jî guhertina rêveberê nahiyeyê ku ji para YNKê ye û pêwîst e ku ew biguherin.”
Li gorî agahiyên qayimqamê Şarezûr û rêveberê nahiyeya Xormal hêj ne amade ne dest ji karê xwe berdin û xwepêşander jî rijd in ku pêwîst e dest ji kar berdin lewma li wir jî xwepêşandan berdewam bûn.
Soran Elî Qayimqamê Qeza Şarezûr jî ragihand ku, di nava xwepêşanderan de komek gêreşêwên hebûn û ji aliyê dadgehê ve tawanbar bûn. Her ew bûn ku avahiya qayimqametiyê dan ber keviran, lewma me li wan gilî kir. Ez ne amade me dest ji karê xwe berdim. Ên ku daxwaza wê yekê dikin bila daxwaza destjikarberdanê ji wan qayimqaman bikin ku ser bi YNKê ve ne.
Mîna Samî Endama Encumena Parêzgeha Silêmaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îdareya Parêzgeha Silêmaniyê di xizmetkirina xelkê de serneketiye, lewma xelk nerazî e û xwepêşandan dikin û daxwazên wan hemû rewa ne û mafê wan e.”
Samî wiha got: “Di nava xwepêşanderan de kesin hene ku xelkê han didin êrişî baregehên PDKê bikin, di dema ku PDKê li sînorê wê parêzgehê ti kursî di destê wê de tune ne, eger kursî li wir di destê me de hebana menê ji Hewlêr û Dihokê zêdetir xizmeta wan kiriba, lê destek li pişt wan e û dixwazin xwe ji berpirsyaretiyê bidizin.”
Ji aliyê xwe ve, Faris Nerwelî Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Daxwazên xelkê ku daxwazên destpêkê ne û pêwîst e ji wan re werin peydakirin mîna av û karebayê û pirojeyan, lewma em wek PDKê di wê baweriyê de ne ku daxwazên wan rewa ne û em piştevaniyê li wan dikdin.”




