Xelkê gundê Zargelê dixwazin PKKê dûr bikeve

Zargelê-KDP.info- Welatiyên gundê Zargelê mercên wan hene ku eger gerentiya ragirtina şer û derxistina çekdarên PKKê ji wan re neyê dan, ew venagerin gundên xwe û jiyana xwe naxin metirsiyê.
Mûxtarê Zargelê Îsmaîl Zargelê Ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger PKKê baregehên xwe ji gundê me dûr nekin pir zehmet e xelkê wî gundî vegerin ser mal û halê xwe, lewma em daxwaz dikin ku herçiqasî zû ye PKKê baregehên xwe ji gundên me dûr bike û wan deveran vala bike, bila êdî xelkên sivîl nebin qurbanî. Em ne beşek in ji şerê Tirkiye û PKKê. Em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku alîkariya me bike da ku em gundên xwe ava bikin.”
Îsmaîl Zargelê wiha domand: “Gundê Zargelê û Bogirîskanê bi herdu gundan 80 mal bûn. Niha xelk ji wan derketine û bar kirine.”
Ji aliyê xwe ve, Qayimqamê Rewandiz Sîrwan Rojbeyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Me serdana wan hemû cihan kirk u balafirên Tirkiyeyê li wan dane, herwiha em ligel xelkê navçeyê civiyane, dibêjin em gerentiyê dixwazin heta vegerin gundên xwe, ku şer raweste.”
Sîrwan Rojbeyanî wiha got: “Li gorî amarên dawî, di bombebarana ser wî gundî de, 8 welatî şehîd ketin û 11 jî birîndar bûn. Niha rewşa birîndaran baş e û piraniya wan li nexweşxaneyê ne. Herwiha 7 xanî rûxan e û gellek ajel hatine kuştin.”




