Ebûbekir Elî: Aliyên siyasî razîbûne Serok Barzanî 2 salên din jî bimîne serok

Hewlêr-KDP.info- Endamekî serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku, herçar partiyên Başûrê Kurdistanê (YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî) razî bûne ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 2 salên din wek serokê Herêma Kurdistanê bimîne.
Ebûbekir Elî, Endamê Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li ser malpera xwe ya Faceboolê ragihand ku, “Herçar hêzên siyasî razîbûne ku Serok Barzanî heta dawiya xula parlamentoyê li ser erka xwe bimîne.”




