26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Di dîzayîna nû ya malpera serokatîya Iraqê de pişka Tariq Haşimî tune ye

Çavkanî: KDP.info

Malpera serokatîya Iraqê bi dîzayîneka nû dikeve kar, lê ew pişkê ku taybete bi cihgirê serokê komara Iraqê " Tariq Haşimî" jê  hatîye rakirin.
Di evê dîzayîna nû de tenê du pişk tê de hene, pişka dîwana serokatîyê û ya nivîsgeha cihgirê serokê komar " Xozîr Xoza'î", lê belê ew pişka ku taybete bi Tariq Haşimî cihgirê yekemê serokê komara Iraqê ya ku di dîzayna berê de habû, jê hatîye rakirin. 
Ji alîyekî din ve Serokatiya Komara Iraqê ragihand ku nebûna navê "Tariq Haşimî" di dîzayna nû ya malpera serokatiy, ji ber pirsgirêkên teknîkî ne.
Di evê derbarê de li gorî ajansa" Aknews" hinek jêderên ji pişka ragihandina Serokatiya Komara Iraqê ragihandin ku, “Nemana navê Haşimî di malpera Serokatiya Komar de, pirseka teknîkî ye û dê bihê çareser kirin.”
Duhî, yekemîn rûniştina dadgehkirina Haşimî û hejmarek berevanên wî bê ku ew amade bibe, li Bexdadê bi rê ve çû û biryara paşxistina wê hat dan.
 

Nûçeyên têkildar