25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Helebce û Silêmaniyê xelk bo êrîş li ser baregehên PDK tên germikirin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Silêmanî- Endameke encûmena parêzgeha Silêmaniyê diyar dike ku, li xwepêşandanên ku li sînorê parêzgeha Silêmanî û Helebceyê birêve diçin, xelk li dijî PDK tên germkirin, ew jî hin dest li pişt in.

Mîna Samî li ser pişka Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di encûme parêzgeha Silêmaniyê de ye ji KDP.info re ragehand ku, xwpêşandan mafekî rewa yê xelkê ye ku bi rêya wê daxwaza xizmetguzariyan bikin, ti posteke îdarî ya Silêmanî û Helebceyê di dest PDK de nîne, lewma rexne li me nayên girtin, eger post di dest me de habe, me yê baştir ji Hewlêr û Dihokê xizmet kiriba.

Mîna Samî da zanîn ku, ku hinek kes li nav xwepêşandanan hene ku dixwazin xwepêşanderan gerim bikin da ku êrîşî baregehên PDK bikin.

Samî eşkere kir ku, hikûmet ji sedî 43 ji budceyê dişîne Silêmaniyê, çima xizmeta bajarê nayê kirin, lewma pêwîste îdareya bajar were rexnekirin.

Wê endama PDK diyar kir ku, duh xwepêşandek li pêş avahiya nahiyeya Xurmalê hebû, polîsan ji xwepêşanderan re got biçin pêş baregeha PDK xwepêşandanê bikin, lewma ew jî çûbûn pêş baregehê, beriya niha jî li Silêmaniyê xwepêşander dihatin germkirin daku êrîşî baregehên PDK bikin, helbet ev yek jî destin li piştê ne ku dixwazin şikestina xwe di rêvebirinê de bixne stûyê aliyên din.
 

Nûçeyên têkildar