Piştî rêkeftina aliyên siyasî, rewşa ewlekarî li Xurtmatûyê xirabtir dibe

KDP.info- Xurmatû- Rêveberê Asayişa Xurmatû dibêje ku, karê kuştin û terorkirin û revandinê li navşeyê berdewam e, piştî rêkeftina aliyên siyasî jî rewşa ewlehî xirabtir bûye.
Farûq Mihemed ji KDP.info re ragehand ku, şeva borî çend çekdarên nenas êrîşî du birayan li taxa Leşkerî ya bajarokê Xurmatû kirin, di encam de birayekî ji wan can ji dest da û yê din jî niha birîndar e.
Mihemed da zanîn jî ku, ew rêkeftina ku beriya demekê di navbera aliyên siyasî de bo baştirkirina reşwa ewlehî hatibû îmzekirin, tenê li ser kaxezê bû û ti xala wê nehatiye cîbicîkirin, niha jî rewş gelekî xirab e û roj bi roj xirabtir dibe.
Rêveberê Asayişa Xurmatû diyar kir jî ku, heta niha Kurdan wek Sine û Şîeyan zirar nedîtine, lê ziyaneke madî ya nezin gehaye wan.




