26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DAIŞ 600 zarokên Êzdî fêrî karên xwekujî dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Şingal- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje ku, rêxistina DAIŞê ya terorîst 600 zarokên Kurdên Êzdî ji bo kiryarên xwekujî perwerde dike.

Mihema Xelîl, di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragehand ku, ji dema dagîrkirina Şingalê, terorîstên DAIŞê 600 zarokên Kurdên Êzdî ji dê û bavên wan cuda kirine, nihha jî wan fêrî encamdana kiryarên xwekujî dikin.

Xelîl da zanîn ku, niha ew zarok li serbazgehên ku DAIŞê li Mûsil û Tilefer avakirin, tên perwerdekirin.

Li gor zanyariyên wî Fermandarê Pêşmerge, ew zarokên ku hatine revandin, temenê wan ji 12 salan û bixwarê de ye.

Nûçeyên têkildar