26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balafiran agir bi cebilxane û embarên çekan ên DAIŞê xistin

Çavkanî: KDP.info

Badoş-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li kaşên Badoşê ên rojavayê bajarê Mûsilê li hejmarek embar û cebilxaneyên DAIŞê dan û agir bi wan xistin.

Berpirsê Ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî Eqîd Dilşad Mewlûd ji KDP.info re ragihand: Saet 16:00 balafiran li kaşên Badoşê çenda caran li ser hev bi giranî li çend embarên çek û cebilxaneyên çekdarên DAIŞê dan û ew cih bi temamî wêran kirin.”

Li gorî zanyariyên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, di encama wan bombebaranan gellek ziyanên canî û madî yên DAIŞê derketine, bi taybetî wêrankirina embarên çekan û cebilxaneyên DAIŞê.

Eqîd Dilşad Mewlûd wiha got: “Armanca bobebarana cebilxaneyên DAIŞê, ew bû ku çekdarên DAIŞê ji aliyê çek û teqemeniyan ve lawaz bikin.”

Kaşên Badoşê dikevin eniya sînirê eniya rojavayê Dîcle li rojavayê bajarê Mûsilê. Ev çend meh in ku rojane balafir û pêşmergeyên Zêrevanî li DAIŞê didin û tevgera wan qût dikin.
 

Nûçeyên têkildar