PDK, Yekgirtû, Xirîstî û Tirkmen civîna parlementoyê boykot dikin

KDP.info-Hewlêr- Tevî avakirina odeya operasyonan, da ku aliyên siyasî derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de bigehine rêkeftinekê, lê îro careke din komîteya yasayî ya Parlementoya Kurdistanê civiya û her yek ji frakesyonên PDK, Yekgirtûya Islamî, Xirîstyan û frakesyona Tirkmenî civîn boykot kirin. Endamek jî wê komîteyê jî dibêje ku rêjeya yasayî ji bo girêdana civînê pêknehatiye.
Şwan Şêx Ehmed ji KDP.info re ragehan ku, tevî ko odeya operasyonan bi pêşniyara Yekgirtûya Islamî pêkhatiye, lê carekndin komîteya yasayî dicive “ev jî bêrêziyeke bermaber pêşniyara Yekgirtûya Islamî.”
Şêx Ehmed diyar kir ku, ev heyama nîv seatê ye ku komîteya yasayî rûniştiye, lê heta neha rêjeya yasayî bi destpêkirina civînê pêknehatiye.
Wî endamî tekez kir ku, ew beşdarî ti civînekê nabin heta ku lihevkirin pêkneyê, lewma pêwîst e pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bi lihevkirinê yekalî bibe.




