Çavdêrekî siyasî: Gerek PKKê daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê bike..Ne hênceta derxîne

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî Buxarî Ebdulah dibêje, bi nêrîna min ew karê gerîlayên PKKê kirine bi teqandina boriyê petrolê ya Herêma Kurdistanê bi agahiya PKKê bû û ew karê ku hat kirin dijî berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê bû û diçe ware terorê.
HPGê ragihand: “Gerîlayên me êrişî boriyê kirin lê nizanîbûn ku boriya Baûrê Kurdistanê bû.”
Lewma çavdêrê siyasî Buxarî Ebdulah dibêje ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew daxuyaniyên PKKê derxistina hêncetan e bo wî karê ku hatiye pêkanîn, ji ber ku siyaseta PKKê eşkere ye, lewma eger haya wê jê tune be ev ne hêncet e, ji ber ku ev yek dikeve ware terorîstan, ji ber ku birîna qûtê xelkê ye, lewma pêwîst e ev destpêkek be da ku wî karî dubare nekin.”
Buxarî Ebdulah ragihand: “Bi nêrîna min ew karê gerîlayên PKKê kirine bi teqandina boriyê petrolê ya Herêma Kurdistanê bi agahiya PKKê bû û ew karê ku hat kirin dijî berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê bû û diçe ware terorê. Gerek PKKê daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê bike û ne hênceta derxîne.”




