26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çar karwanê êzîdiyan bo derve hatine şandin.. Bexda tiştek ji wan re nekiriye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rêvebirê Giştî yê Karûbarê kurdên êzîdî di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî de dibêje, ew êzîdiyên ku di bin destê DAIŞê rizgar bûne heta niha 4 karwan ji wan bo çareseriyê ber bi derv eve birine.

Xeyrî Bozan Rêvebirê Giştî yê Karûbarê kurdên êzîdî di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî de ji malpera KDP.info re ragihand: “Salek bi ser karesta komkujiya Şingalê de derbas dibe ku di wê demê de hejmarek kurdên êzîdî ji bin destê terorîstên DAIŞê hatine rizgarkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi rêkeftin ligel Hikûmeta Almanya heta niha 4 karwanê kurdên êzîdî bo dermankirinê şandine wî welatî ku hejmara wan digihê nêzîkî 250 – 300 kesan ku piraniya wan jin in û hinek zarok jî di nava wan de ne.”

Bozanîwiha got: “Bo ew êzîdiyên ku hatine rizgarkirin û li Herêma Kurdistanê ne, me ligel hejmarek rêxistinên biyanî navendên çareserkirinê ji wan re vekirine û di her navendekê de 8 – 12 kes sûdê jê dibînin. Hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Iraqê jî tiştek ji kurdên êzîdî re nekirine.”
 

Nûçeyên têkildar