26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamentoya Kurdistanê êrişa Zergelê û teqandina boriyê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê li ser gundê Zergelê li quntara Çiyayê Qendîlê û kuştina sivîlan şermezar kir. Herwiha teqandina boriya Herêma Kurdistanê ya petrolê jî şermezar kir.

Parlamentoya Kurdistanê da daxuyaniya xwe de ragihand: “Mixabin şevê din, careke din balafirên şer ên Tirkiyê gundê Zergelê bombebaran kirin û di encamê wê bombebaranê de çendîn welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin.”

Herwiha parlamentoyê wiha got: “Em ti hênceteke rewa bo vê bûyerê nabînin. Em hêvîdar in li şûna çek û yundiyê, Hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê berê xwe bidin zimanê gotûbêj û pêvajoya aştiyê berdewam bikin.”

Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Ji aliyekî din ve, em teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê – Ceyhanê li navçeya Şirnexê şermezar dikin.”

Li gorî heman daxuyaniyê, “Em hêvîdar in ti alî di dema nakokiyên siyasî û leşkerî de berê xwe nede gehandina ziyanê bi riyên jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê, ji ber ku niha Başûr di nava kirîzeke aborî de ye û Bexda para wê ji budceya Iraqê naşîne, lewma bi tenê riya firotina petrolê li pêşiya wê maye da ku jiyana xelkê birêve bibe.”

Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Dubare em daxwaz ji PKK û Hikûmeta Tirkiyê didin ku pêvajoya atşiyê berdewam bikin û hewla jihevtêgiheştinê û çareserkirina pirsgirêkan bidin û ji çek û tundiyê dûr bikevin.”

Tê zanîn ku, PKKê bi fermî teqandina poriya petrola Herêma Kurdistanê li xwe girtiye.
 

Nûçeyên têkildar