26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Boriya ku PKKê teqand qûta xelkê herçar perçên Kurdistanê ye”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Komîteya Asayiş û Navxweyê di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, PKKê bi teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê qûtê xelkê herçar perçên Kurdistanê birriye ne tenê yê Başûrê Kurdistanê. Herwiha da zanîn ku tawaneke mezin e dema PKKê xwe di nava xelkên sivîl de xwe vedişêre û balafirên Tirkiyeyê li wan sivîlan dide.

Nazim Herkî, Cîgirê Serokê Komîteya Asayiş û Navxweyê di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: Bikaranîna siyaseta şer ji aliyê Tirkiyeyê û PKKê xeletiyeke mezin e, ji ber ku jibilî ziyanê ti sûdekî din li xwe nagire û ew ziyan jî li ber xelkên Başûrê Kurdistanê dikeve, wek me dît hejmarek zêde ji xelkên sivîl bûn armanca wan bombebaranan, lewma baştirîn çareser ew e ku herdu alî vegerin ser masa danûstandinan.

Herkî wiha got: Teqandina boriya Herêma Kurdistanê ya petrolê ji aliyê PKKê ve xeletiyeke pir mezin e, PKKê bi teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê qûtê xelkê herçar perçên Kurdistanê birriye ne tenê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber ku xelkê herçar perçên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê kar dikin û dijîn.

Herwiha da zanîn ku tawaneke mezin e dema PKKê xwe di nava xelkên sivîl de xwe vedişêre û balafirên Tirkiyeyê li wan sivîlan dide.

Nûçeyên têkildar