26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fraksiyona PDKê: Pêwîst e PKK û Tirkiyê serweriya herêmê binpê nekin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info–Fraksiyona PDKê êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li ser sivîlên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li PKK û Tirkiyê kir, serweriya Herêma Kurdistanê binpê nekin. 

Piştî êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li ser gundê Zergelê yê Başûrê Kurdistanê, bû sedema şehîdbûna 10 kesan û birîndarbûna 11 kesan, aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî wê yekê nerazîbûn nîşan dan. 

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê di daxuyaniyekê de êrişa balafirên Tirkiyê li ser sivîl û xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir. 

Fraksiyona PDKê bang li PKK û Tirkiyê dike bi diyalog û rêbazên aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin “lê eger aştî û diyalogê hilnabijêrin bila hurmeta aştî, aramî û serweriya Herêma Kurdistanê bigirin”.

Fraksiyona PDKê wiha got: “Hêvîdar in herdu alî vegerin bo aştî û diyalogê. Herwiha em hêvîdar in şehîdên me bi bihuşta mezin şad bibin û birîndarên me zû çareser bibin û asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê nebe qurbaniya şerê Tirkiye û PKKê.”

Nûçeyên têkildar