26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Welatiyên Başûr ji PKKê dilgiran in..Dixwazin sînorek ji wan re were danîn

Çavkanî: KDP.info

Soran-KDP.info-Qayimqamê Rewandizê dibîje, ji ber hebûna çekdarên PKKê li navçeyê balafirên şer ên Tirkiyê gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, îro jî di encama wê bombebaranê de hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn, herwiha metirsî heye ku careke din Tirkiyê navçeyê bombebaran bike. Herwiha da zanîn ku, welatiyên Başûr ji PKKê dilgiran in û dixwazin sînorek ji wan re were danîn.

Sîrwan Rojbeyanî Qayimqamê Rewandizê ji KDP.info re ragihand: “Salane ji ber çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê xelkê sivîl dibin qurbanî û niha jî jî xelkê deverê dîsa tirsa wan ji lêdana balafiran şer heye.”

Rojbeyanî wiha got: “Îro jî di encama wê bombebaranê de hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn, herwiha metirsî heye ku careke din Tirkiyê navçeyê bombebaran bike. Herwiha da zanîn ku, welatiyên Başûr ji PKKê dilgiran in û dixwazin sînorek ji wan re were danîn.”

Nûçeyên têkildar