26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeke HDP: Serok Barzanî hewlên cidî bo derbaskirina şehîdên YPG dane

Çavkanî: KDP.info

 

KDP.info- Ibrahîm Xelîl- Parlementera HDP Selma Îrmax derbarê pirsa astengkirina veguhestina termê 13 şehîdên YPG ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve ragehand ku, Serok Barzanî hewlên cidî ji bo derbaskirina termê wan şehîdan bo Bakurê Kurdistanê dane, herwiha 3 caran sersaxî li malbatên şehîdan kiriye û amadebûna xwe bo her karekî pêwîst derbarê derbaskirina wan terman de aniye ziman.

Şandeke parlementerên HDP, derbarê astengkirina veguhestina termê 13 şehîdên YPG ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve, serdana xala sînorî ya Ibrahîm Xelîl kir û ji aliyê Rêveberê Giştî yê Ibrahîm Xelîlê (Mehîd Elî) hat pêşwazîkirin.

Parlementera HDP Selma Îrmax di konferensekî rojnamevanî de ragehand ku, wan wek parlementeran hewlên zêde ligel Hikûmeta Tirkiyê dane daku wan terman derbas bikin, lê heta neha hewlên wan bê encam bûn.

Îlmax balkişande ser hewldanên Serok Barzanî di wê derbarê de û wihar diyar kir, Serok Barzanî hewlên cidî ji bo derbaskirina termê wan şehîdan bo Bakurê Kurdistanê dane, herwiha 3 caran sersaxî li malbatên şehîdan kiriye û amadebûna xwe bo her karekî pêwîst derbarê derbaskirina wan terman de aniye ziman.

Dayika şehîdekî jî spasiya Serok Barzanî kie û seesaxiya wî wek dermana birînan dan zanîn.

 

Nûçeyên têkildar