25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Herêma Kurdistanê bombebaran kirina Zargelî şermezar dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Serokatiya Herêma Kurdistanê bombebaran kirina gundê Zargelî şermezar kir û daxwaz ji Tirkiyê dike ku “bombebaran xelkên sivîl dûbare nebe.”

Firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Zargelî li binara Qendîlê bombebaran kirine, di encamê de 9 welatiyên sivîl şehîd bûn û 11 din birîndar bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê şermezarkirina wê bombebaranê de îro, 1ê Tebaxê, dauyaniyek belav kir û ev naveroka wê ye:

Şeva derbasbûyî li encama bombebarana firokeyên artêşa Tirkiye li Zargelî hejmarek welatiyên bê tawan şehîd û birîndar bûne. Serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Em di demek de ku vê bombebaranê şermezar dikin ku bûye sedema şehîdbûna xelkê Herêma Kurdistanê, daxwazê ji Tirkiye dikin bombebaran kirina xelkê sivîl dûbare nebê û şehîdkirina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ti pasawekê hilnagire.

 

Pêwîste hêzên PKK qada şer ji Herêma Kurdistanê dûr bikin û êdî welatiyên Herêma Kurdistanê nebin qurbana vê şer û gengeşeyê. Berdewamiya şer ziyanê ji bo xelkê sivîl dibê û daxwaz dikin her dû alî vegerin ser proseya aştiyê.

 

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Nûçeyên têkildar