25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji encama bombebarana firokeyên Tirkiyê 9 welatiyên Başûr şehîd bûn

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Soran- Firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Zargelî li binara Qendîlê bombebaran kirin, di encamê de 9 welatiyên sivîl şehîd bûn û 11 din birîndar bûn.

Rêveberê nexweşxaneya Aştî li Soranê, Karwan Mihemed di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, îro destê sibê di demjimêr 04:00’î de li gundê Zergelê ya binarê Qendîlê ser bi nahyeya Wertê, pêgehên PKK bombebaran kirin.

Karwan Mihemed da zanîn ku, ji encama bombebaranê 9 welatî şehîd bûne û 11ê din jî birîndarin, du ji birîndaran jî bo nexweşxaneyên Hewlêrê hatine veguhestin, herwiha 10 xaniyên welatiyan jî hilweşana.

Nûçeyên têkildar