25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îmarat li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtina xwe de ligel Balyozê Îmarat li Iraqê de ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîngî li pêwendiyên xwe ligel Hikûmeta Îmaratê dinere. Ji aliyê xwe ve şanda mêvan tekez kir ku, Îmarat li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam dibe.

Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro piştî nîvro pêşwazî li Hesen Ehmed Elşehî Balyozê Îmarat li Iraqê û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Balyozê Îmarat li Iraqê  pesnê pêşketinên li Herêma Kurdistanê di hemû waran de da û got Herêma Kurdistanê kariye serkeftinên mezin bi dest bîne, herwiha da zanîn ku Îmarat giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê.

Hesen Ehmed Elşehî tekez kir ku Îmarat li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam dibe. Herwiha da zanîn ku sermayedarên welatê wî dixwazin li Kurdistanê veberhênê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê helwesta Îmaratê di alîkariya Kurdistanê bilind nirxand û tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngî li pêwendiyên xwe ligel Îmaratê dinêre û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşwazîkirina sermayedarên wî welatî nîşan da.

Herdu aliyan behsa rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Nûçeyên têkildar