26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qeyis Ciburî: Me rêzeka mezin bo boçûnên Barzanî di biyavên siyasî û abûrî da heye

Çavkanî: KDP.info

Serokê lîjneya aştbûneweya nîştmanî û lêpirsînê di civata nûnerên îraqî da di daxuyaniyekê da bo rojnama Evro rexne li daxuyaniyên yasîn Mecîd perlemantarê dewleta qanûnê dijî serokê herêma Kurdistanê girtin û diyarkir ku yek ji girftên dîmukirasiyê ewe hindek perlemantar daxuyaniyên ji xwe mezintir didin û got Mesud Barzanî sereray wê çendê ku serokê hizbekê û serokê herêma Kurdistanê ye, serokê pêkhateyekê serekyê dewleta Îraqê ye û me rêzên taybet bo buçunên wî di biyavên siyasî û abûrî da hene.

 


Bi dîtina qeyis ciburî, daxuyaniyên yasîn Mecîd dijî serokê herêma Kurdistanê ne di cihê xwe de ne û Mesûd Barzanî weku kesayetî û serokê herêma Kurdistanê rolekê berçav heye di piroseya siyasî da li Îraqê û serokê pêkhateyekê serekyê dewleta Îraqê ye û me rêzeka mezin bo buçunên Barzanî di biyavên siyasî û abûrî da heye û eve ne yekemîn care cudahî di bîrura da hebe li dor pirsên girinik li Îraqê û pêdivî ye danustandin hebin bi merema gehiştinê bo çareseriyên hevpişk bo bi rêvebirina dewleta Îraqê û nabe rewş bigehe vê astê nizim ji daxuyaniyan weku daxuyaniyên yasîn Mecîd

Nûçeyên têkildar