Fazil Mêranî: Di pirsên niştimanî de bingeha kemîne û zorîne li cem me redkirî ye

KDP.info-Hewlêr- Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, ti partiyek mafê wê nîne û nikare sîstema desthilatdariyê li Başûrê Kurdistanê diyar bike û gerek gel bo wê yekê biryar bide.
Îro şandeya PDKê bi serpireştiya Sekreterê Giştî yê wê partiyê li bajarê Hewlêrê serdana Partiya Şiyoî (Komonîst) ya Kurdistanê kir û bi berpirsên wê partiyê re bo gotûbêjkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û sîstema desthilatdariyê civînek lidar xist.
Piştî civînê, şandeyên her du partiyan beşdarî di konfranseke çapemeniyê de kirin. Di vê konfransa çapemeniyê de, Sekreterê Giştî yê PDKê Fazil Mîranî ragihand: “Me nakokî li ser şêweya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê heye. Hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xelkê ve wateya wê yekê nade ku sîstem, sîstema desthilatdariyê ye.”
Mîranî herwiha got: “Em di hewla çareserkirina 23ê Hezîranê de ne. Me pirsa lihevhatinê bicih kiriye bo çareserkirina mijarên niştîmanî û nabe di wan pirsên niştîmanî de, li gor pîwana kêmanî û piranî biryar were dan.”
Herwiha Cîgirê Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Şîyoî ya Kurdistanê, Kawe Mehmûd di vê konfransa çapemeniyê ya hevbeş de got: “Hemû aliyan nêrînên cuda hene, lê girîng ew e ku di dawiyê de, pirs li gor berjewendiya xelkê Kurdistanê bin.”
Kawe Mehmûd herwiha got: “Gerek em vegerin bo nêrîna hevwelatiyan bo yekalîkirina wan pirsên ku aliyê niştîmanî hene.”




