Balyoza Awustralya: Dilxweş im ku Pêşmerge karî bi mêrxasî Kurdistanê biparêze

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Balyoza Awustralya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, rast e me salekî dijwar bi rê kir, ew şer li ser me da hate sepandin û bi dirêjahiya dîrokê gelê me destpêşxerê şer nebûye û hemû carê li ser da hatiye sepandin. Lê belê cihê şanaziyê ye ku Pêşmergeyên Kurdistanê karîn efsaneya DAIŞ têkbişkînin.
Îro çarşem 29.07.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya xanim Lîndal Saçs Balyoza Awustralya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Balyoza Awustralya li Iraqê ji bo vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku erkê min li Iraqê bi dawî tê û ji bo ewe hatime ku xatirê ji we bixwazim. Ez çar sal e li Iraq me û li van çar salan de min rewşên gelek xerap dîtin. Lê belê derfeta min ya ewe jî hebû ku Kurdistana xweşik bibînim.
Balyoza Awustralya ji bo wan hevkariyên li Nûnerayetiya wan û hemwelatiyên Awustralya ku li Herêma Kurdistanê dijîn kirine, spasiyên xwe û welatê xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî û gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Balyoza Awustralya tekez jî kir ku welatê wan wekî beşek ji hevpeymaniya navdewletiya dijî DAIŞ, hest bi metirsiyên terorê dike û li hevkariyên ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe û hemahengî û palpiştiyê li gel dostên xwe û bi taybetî Herêma Kurdistanê pêşvetir biçe. Spasiya Herêma Kurdistanê jî kir ku wê hejmara zêdeya koçber û lêqewimiyan hewandiye û ragihand ku welatê wan rêz û pêzanînên zêde ji bo wê rola miroviya Kurdistanê heye û li çarçêweya karên rêxistina Neteweyên Yekgirtiyan jî hewl dide hevkariyên zêdetir ji bo bi hanaveçûna koçberan terxan bike.
Her li vê hevdîtinê de BalyozaAwustralya ragihand: “Salek berî niha rewşekî gelek xerap hebû, xweşhal im ku Pêşmerge karî azayane bergiriyê bike û hereşeya terorîstan li ser Herêma Kurdistanê nehêle.”
Balyoza Awustralya nîgeraniya xwe jî li rewşa xerap ya navxweya Iraqê û pêşketina nakokiyan derbirî û hêvî xwest ew hewlên ji bo aştiyê heye ser bigre.
Beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatinê, hêviya serkeftinê jî li karên wî yên nû da ji bo Balyozê Awustralya li Iraqê xwest. Spasiya welatê wan jî ji bo beşdariya şerê dijî terorîstên DAIŞ kir.
Serok Barzanî ragihand: “Rast e me salekî dijwar bi rê kir, ew şer li ser me da hate sepandin û bi dirêjahiya dîrokê gelê me destpêşxerê şer nebûye û hemû carê li ser da hatiye sepandin. Lê belê cihê şanaziyê ye ku Pêşmergeyên Kurdistanê karîn efsaneya DAIŞ têkbişkînin.”
Serok Barzanî tekez jî kir ku DAIŞ hereşeye li ser hemû mirovayetî û ji nav birina wê jî erkê hevbeşê me yê hemûyan û pêwîste neku her li rûyê serbazî belkû li rûyê siyasî û fîkrî û aborî ve jî şerê wan terorîstan bê kirin.
Serok Barzanî hêvî xwest kêşeyên navxweyiyên Iraqê jî bi niyazpakî bêne çareser kirin.
Di derbarê bi beşdarîkirina Tirkiye ya li şerê dijî Da'îş û girjiyên niha ya di navbera Tirkiye û PKK Serok Barzanî ragihand ku bê guman hatina Tirkiye ya nav hevpeymaniya dijî DAIŞ bandoreke erênî dibe. Serok Barzanî nîgeraniya xwe li pêşketinên girjiyan nîşan da û tekez jî kir ku pêwîste hemû aliyek vegerin ser proseya aştiyê û bi pêwîstî jî zanî terkîza hemû aliyek li ser rûbirûbûn û ji nav birina terorîstên Da'îş bê ku dijminê hevbeşê me hemûyane.
Behskirina rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




