Tirkiyeyê ji Serok Barzanî re naveroka rêkeftina Amerîka û Enqere eşkere kir

Hewlêr-KDP.info- Alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ferîdûn Sinirlîoglû hûrgilî û naveroka rêkeftina Enqere û Washingtonê bo tevlîbûna Tirkiyeyê di şerê li dijî DAIŞê de, ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re eşkere kir.
Îro li Hewlêrê Serok Barzanî pêşwazî li Ferîdûn Sinirlîoglû şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiya navçeyê û pêşhatên siyasî yên dawî û herwiha şerê li dijî DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
De serî de, Sinirlîoglû jibilî ku behsa rewşa hestiyar a navçeyê, amaje bi biryara dewleta Tirkiye bi beşdariya di şerê li dijî DAIŞê de û rêkeftin wan a ligel Amerîkayê kir.
Herwiha Sinirlîoglû, SerokBarzanî ji naverok û hûrgiliyên wê rêkeftinê agahdar kir û amaje bi wê yekê kir ku armanca Tirkiyeyê di vê biryarê de şikandina DAIŞ e û vegerandina penaberên Sûriyê bo navçeyên wan e, herwiha gihandina hevkariyên mirovî bo koçberan nava wî welatî.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Alîkarê Wezîrê Derve ragihand: “Enqere bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinere û wek sedema aramî û geşbûn û pêşketina navçeyê dibîne, herwiha dê li ser pêşxistina pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê de berdewam jî dibe.”
Derbarê aloziyên di navbera Artêşa Tirkiye û PKK jî, Sinirlîoglû ji Serok Barzanî re ragihand: “Li Tirkiye war ji bo hemû aliyan vekiriye da ku beşdarî di pêvajoya siyasî de bikin, ew jî li ser bingeh û pîverên demokratiyê û dûr ji hizra çek, ku ew jî merca sereke ya serxistina pêvajoya aştiye ye û welatê me pêbendî vê bingehê ye.”
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî behsa metirsiyên DAIŞê kir ku gef in li ser hemû aliyekî û erkê hemû aliya ne beşdar bin di şerê li dijî wê rêxistinê de, herwiha ji hemû aliyan de şerê wê were kirin, ku pêwîst e şerê yê fikrî û aborî bê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Herwiha dilxweşiya xwe jî bi biryara dewleta Tirkiye ya beşdarbûna di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da, ku dê bandoreke zêde li ser yekalîbûna wî şerî bike.
Derbarê aloziyên vê dawiyê yên di navbera Artêşa Tirkiyeyê û PKKê de, Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê şer û tundiyê wek hibijartineke baş nabîne û daxwaz ji herdu aliyan dike ku vegerin ser bingeha pêvajoya aştî û danustandinê û sûd ji vekirin û pêvajoya siyasî werbigrin.




