26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kongreya Zanistî Ya Kurdî Bi Dawî hat

Çavkanî: KRG.org

Duhî di çaremîn roja xwe de, piştî pêşkeşkirina hijmareke lêkolînên zansitî, bi amade bûna Sîrwan Baban wezîrê çandiniyê û çavkaniyên avê, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Elî Seîd wezîrê xandina bala û lêkolînên zanistî, Îsmet Mihemed Xalid wezîrê perwerdeyê û Felah Mistefa berprisê têkleiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, dawî bi kar û çalakiyên kongreya zanistiya cîhaniya kurdî hat.


Di roja dawiya a kongreya zanistî de çend lêkolînên zanistî hatin pêşkeş kirin:
- Cafer Selamî, ji Kanadayê, lêkolîneke li ser giringiya hilbajatina ziman pêşkeş kir ku, tê de behsa çewaniya hilbijartina zimanê siyasetê di vê qonaxê de li herêma Kurdistanê kir.


- Krîstiyana Koyvonen lêkolîneke li ser dîroka jênosîda li başûr û bakûrê Kurdistanê sala 1920-2010ê pêkeş kir û tê de behsa siyaseta qirkirnê a rijêmên Îraq û Tirkiyeyê li dijî gelê kurd bikaraniye kir.


- Zeyneb Erselan, ji Austiraliyayê, babetek li ser rewşa zarokên kurd li Tirkiyeyê pêşkeş kir.
- Muslih Îrwanî lêkolîneke bi nave Brîtaniya-Kurdistan-hikûmeta herêma Kurdistanê û cîbicîkirina pirogramê asayîşa civakî pêşkeş kir.
- Hadî Vîç, ji Bulgaristanê, mijareke bi nave rola jin akurd di pêşxistin û îstîqrar civakî de pêşkeş kir.
- Odirî Osler û Çeleng Yehiya, ji Norvêj û Brîtaniyayê, lêkolîneke li ser perwerdeya mafê mirovî li Kurdistanê û şiyanên mamosteyan di yekxistina yeksaniya her du regezên nêr û mê de pêûkeş kir.

 

Piştî pêşkeşkirina lêkolînan, Felah Mistefa berprisê têkeliyênderve di peyvekê de behsa dîtin û acendya hikûmeta Kurdistanê li dor wan lêkolînên di kongreyê de hatine pêşkeş kirin kir, bi tyabet behsa lêkolînên di ware perwerde, saxlemî, çandinî û berhemanînê de kir.

Mistef sipasiya komîteya madakar kir û got:
- Armanca mej i sazkirina vê kongreyê ew bû ku, em pireke têkeliyan di navbera pispor û şarezayên dervey welat û yên navxwe ava bikin û di heman demê de fêdey ji şiyan û îmkanên wan werbigirin.

Nûçeyên têkildar