25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya li ser alîkariya Pêşmerge berdewam dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, bo çareserkirina pirsgirêka budce û petrola Kurdistanê ew amade ye dîsa serdana Bexdayê bike, herwiha daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) çavdêriya hinardeya petrola wan bike.

Îro Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Ekkehard Brose û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Ekkehard Brose daxwaz kir ku nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi danûstandinan werin çareserkirin, herwiha sîstema federalî wek baştirîn sîstem bo Iraqê da zanîn.

Balyozê Almanya li Iraqê tekez kir ku welatê wî dê li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de berdewam be û spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, tevî kirîza wan a aborî lê dîsa bi başî pêşwazî li hejmarek zêde ji koçberan kirine.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Barzanî hêvî xwest ku nakokiyên Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin û da zanîn ku bo çareserkirina pirsgirêka budce û petrola Kurdistanê ew amade ye dîsa serdana Bexdayê bike.

Nêçîrvan Barzanî amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku, civaka navdewletî û NY bên û çavdêriya hinardeya petrola Herêma Kurdistanê bo derve bikin.

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Sala 2003, dema em çûn Bexdayê, hêviya me ew bû ku iraqeke nû dirust bibe, lê ev yek pêk nehat.”

Serokwezîr spasiya alîkariyên Almanya û welatên hevpeymaniya navdewletî bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û da zanîn ku ew alîkarî bûn sedem ku Hêzên Pêşmerge serkeftinê bidest bînin, lewma ew hêvî dikin ku ew alîkarî zêdetir bibin.

Nûçeyên têkildar