Bêhtir ji 2000 Kurdên Êzdî ji destê terorîstan hatine rizgarkirin

KDP.info-Dihok- Li gor ku berpirsê nivîsgeha revandiyên di dest terorîstên DAIŞê de ragehandiye, heta neha 2 hezar Kurdên Êzdî ji dest wan terorîstan hatine rizgarkirin.
Hisên Qayidî di daxuyaniyekê de bo KDP.info ragehand ku, piştî êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser navçeya Şingalê, 400 hezar Kurdên Êzdî ji malên xwe derbider bûn.
Navborî eşkere kir ku, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, du ofîs bo şopandina dosyaya kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatin dîlkirin, hatine damezrandin, heta neha jî 2 hezar kes ji destê terorîstan hatine rizgarkirin.
Di nav kesên rizgarbûyî de 300 zilam, 750 keç û jin û bêhtir ji 900 zarokî hene.
Navborî diyar kir jî ku, heta neha nêzîk 2 hezar û 800 dîlkiriyên Kurdên Êzdî di dest terorîstên DAIŞê de mane.




