Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Elmanya pêşhatên dawî gotûbêj kirin

KDP.info-Hewlêr- Serok Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Elmanyayê, pêşhatên dawî yê navçeyê û alîkariyê wî welatî bo Pêşmergeyan gotûbêj kirin.
Êvariya roja sêşem 28.07.2015 Frank-Walter Steinmeier Wezîrê Derveyê Elmanya li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.
Li vê peywendiya telefoniyê da di derbarê pêşhatên siyasiyê dawî û emniyên navçeyê de danustandina bîr û ramanan kir û tîşk xistin li ser hevkariyên mirovî û serbaziyên welatê Elmanya ya ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge.
Her li vê peywendiyê da peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Elmanya hate nirxandin.




