Lioyd Austin: Artêşa Amerîka dê berdewam alîkariya Hêzên Pêşmerge bike

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Fermandarê Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkayê civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan jibilî amajedan bi mêrxasiya Hêzên Pêşmerge tekez kir ku di hemû pêngavan de hevkariyên Artêşa Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge berdewam be.
Îro danê êvarê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Fermandarê Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkayê General Lioyd Austin û heyeteke pê re kir ku ji hijmareke Şêwermendên leşkerî pêk hatibû.
Di hevdîtinê de behsa rewşa meydanî ya eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê li parêzgehên Enbar, Selahedîn, Kerkûk û Neynewayê hate kirin û amadebûna Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bo têkbirina terorîstên DAIŞê hate nirxandin.
Di hevdîtdina han de her du alî kêfxweşiya xwe ya li hember biryara Tirkiyeyê ya bo beşdarî kirin di şerê dijî terorîstên DIŞIê de diyar kirin ku vê bandoreke gelek baş li ser şerê dijî terorîstên DIŞIê bike.
Derbarê aloziyên navbera PKK û Tirkiyeyê de jî Serok Barzanî dilgiraniya xwe diyar kir û diyar kir ku lazime her du alî vegerin bo ser maseya danûstandinê û lazime helwesta tevahiya aliyan bo jinav birina terorîstên DAIŞê be.
Di berdewamiya hevdîtina han de heyeta mêvan jibilî amajedan bi mêrxasiya Hêzên Pêşmerge tekez kir ku di hemû pêngavan de hevkariyên Artêşa Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge berdewam bin.




