Balafirên Tirkiyê carek din li sînorê Başûr dan

Zaxo-KDP.info- Balafirên şer ên Tirkiyeyê demek berî niha êrişa xwe bo ser baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya Zaxo ya girêdayî parêzgeha Dihokê li Başûrê Kurdistanê dest pê kirin.
Li gor agahiyên fermandarekî Pêşmerge li Zaxo ku malpera KDP.info re ragihand, îro balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişî devera Zaxo li Başûrê Kurdistanê kirin û navend û baregehên gerîlayên PKKê bombebaran kirin.
Wî fermandarî ragihand: “Balafiran li gundên Evle û Pîrbil ên li bajarokê Derkarî ya girêdayî navçeya Zaxoyê navendên PKKê bombebaran dikin.”
Fermandarê Pêşmerge wiha got: “Bombebarana baregehên PKKê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve heta niha jî didome.”




