25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Kurd li Tirkiye û navçeyê rastiyek in û divê hemû aliyek mameleyê ligel de bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanya li Iraqa Federal kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî ragihand ku, hebûna kurdan li Tirkiye û navçeyê rastiyek e û divê hemû aliyek mameleyê ligel de bikin.

Roja sêşem 28.07.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îkhard Birus Balyozê Almanya li Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê spasiya xelk û Hikûmeta Kurdistanê ya ji bo hewandina koçber û penaberan kir û balkişand li ser wê yekê ku cîhan sersame bi wê yekê ku Herêma Kurdistanê sedan hezar koçberan himbêz kiriye ku zêdetirê wan jî ne ji neteweyê Kurdin.

Her wiha Serok Barzanî ji hewldanên welatê xwe ya ji bo yarmetîdana wan koçberên ku vedigerin navçeyên azadkirî agahdar kir.

Di derbarê berfirehbûna bereya dijî DAIŞ Balyozê Almanya li Iraqê ragihand ku welatê wan pêşwaziyê li biryara Tirkiye dike bo ku biçê bereya şerê dijî DAIŞ, lê belê li heman demê de nîgeraniya xwe jî ji ber pêşhatên di navbera Hikûmeta Tirkiye û PKK ya proseya aştiyê bikevê bin metirsiyê ragihand, ji ber ku proseya aştî li Tirkiye hindik mabû ku bigihe encamek.

Li beranber de, Serok Barzanî spasî hewldanên Almanya ya ji bo yarmetîdana koçberan û her wiha hevkarîkirina Pêşmerge de wê yekê xiste rû ku çareseriya serekiya kêşeya koçberan eweye ku vegerin navçeyên xwe û her hengavek berev yarmetîdana xelkê koçber hebê ya ji bo vegerana wan, Herêma Kurdistanê pêşwaziyê lê dike.

Di derbarê girjî û pêşhatên dawî ya di navbera Hikûmeta Tirkiye û PKK Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li vî derbarî de helwesta Herêma Kurdistanê û Almanya nêzîkî heve û wê yekê dûpatkir ku hatina Tirkiye ya li nav bereya şerê dijî DAIŞ hengavekî erêniye lê belê gelek nîgeranin ji serhildana şerê di navbera artêşa Tirkiye û PKK û hana her dû aliyan didîn ku vegerin ser proseya aştî û danustandinê ji ber ku çendîn sale danustandin baştire li yek demjimêr şer. Ji bo sergirtina vê babetê jî ewê ji destê me bê dikîn, ji bo yarmetîdana her dû aliyan ku vegerin li ser bingehên proseya aştiyê.

Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de eve jî xiste rû ku hebûna kurdan li Tirkiye û navçeyê rastiyeke û divê hemû aliyek muamele li gel de bikin. Li gel eve da jî bi navê serxistina aştiyê pêwîste aliyên Kurd jî bi rastbînane temaşa pêşhatan bikin.

 

Nûçeyên têkildar