26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îran tekez li ser piştgîriya aramiya Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya heyeteke Îranî kir û di wê hevdîtinê de, şanda mêvan got ku parastina asayîşa Kurdistanê bo wan gelek girîng e lewre bi her awayî hewl bo parastina asayîşa Kurdistanê didin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Îranî bi Serokatiya Cîgirê Sekreterê giştî yê civata asayîşa netewî ya Îranê Ehmed Emîrî kir.

Di hevdîtinê de Emîrî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û tekez li ser domandina peywendiyên navbera Îran û Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî û gehandinê de kir.

Her di civînê de behsa rewşa Iraqê û herwiha şerê dijî terorîstên DAIŞê jî hate kirin û Emîrî tekez li ser vê yekê kir ku Îran di şerê dijî terorê de piştgîriya Îraq û Kurdistanê dike.

Emîrî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku parastina asayîşa Kurdistanê bo wan gelek girîng e lewre bi her awayî hewl bo parastina asayîşa Kurdistanê didin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya serdana heyeta mêwan kir û tekez li ser bihêztir kirin û pêşdebirina peywendiyên navbera Kurdistan û Îranê di her warî de kir.

Di berdewamiya hevdîtina han de behsa kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha çawetiya çareser kirina kêşeyên han hate kirin

Nûçeyên têkildar